ey kewî řewt cwan

kew
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  832 Dîtin
ey kewî řewt cwan
ey deng xoşî naw melan
denûk sûr gerdin nexşaw
ne kewîye naw bend û daw!
lem ser berd bo ew ser berd
hełdefřî bê erk û derd!
le nisê û le nizaran,
le herde û kohsaran!
le deşt û kêw û gelî
eto cwantirîn melî
hogrî dengî xoşim,
pendêkit pê defroşim!
waz bêne le dane û daw,
řawkerêk detka be řaw!
ke řûdawî řojgar
bo kes nayete jimar
her çend boxoşt kewî
şwên dengî kew nekewî
bot dexwênê be germî
bangit deka be nermî!
bo ewey bitxate daw,
bał şikaw û ser biřaw!