ba boy derçîn, ba řizgar bîn

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  706 Dîtin
ba boy derçîn, ba řizgar bîn
bo çî le jyan bêzar bîn
jînî wa piř tałî û tase
dûr le şadî yek henase
êmeyş mirovîn dezanîn
pêwîstî xoşî jyanîn
takey weha çare řeş bîn
le şadî û xoşî bê beş bîn
wa çake destî yek bigrîn
řêgay zor dûr û sext bibřîn
biřoyn biřoyn ta detwanîn
berew asoy geş biřwanîn
řêgey zor piř tirs û lerze
çyay hîwa lutkey berze!
bełam lewê ke serkewtîn
xawenî maf û deskewtîn
deçîn bo cîhanî taze
cêy hîwa û xast û nyaze
ewey lewê behrewer bê
deşê le jîn bextewhir bê
dûr le bedkarî û ajawe
hemû mafêk parêzrawe!
lewê têkoşan û xebat
detbat le bo řêgay necat
ne şeř û şoř, ne xwên řêjî
ne tawankarî û bed bêjî
ne xwên mijîn, ne zordarî
ne bêkarîy, ne hejarîy
her kes bo xoy tê de koşê
dexwa, dexewê, denoşê!