weyşûmey xezan, baxî şêwandim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  885 Dîtin
weyşûmey xezan, baxî şêwandim
gełay dirextî hîway werandim!
beharî sewz û sûrî zerd kirdim
xunçey nakamî be tałan birdim
sirwey beyanim buwe gerde lûl
adarim gořa, dîsan be eylûl
kirdî be şêwen bulbul le çiłda
çiqłî azarî gułî le diłda!
baxewan kirdî be şîn û zarî
qînî xezanî le řûy debarî
tif le řewştî çerxî bedkirdar
xoy kird be kutek bo destî zordar
xezanîş deřwa behar dêtewe
«gya leser pincî xoy deřwêtewe»