gwê bigre ey lawî jîr

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  699 Dîtin
gwê bigre ey lawî jîr
pend û amojgarî pîr!
wek zêř bîxe gîrfanit
bo řojî lê qewmanit
řûdawî sat û kate,
destikewtî beserhate!
le řojanî pêwîstî,
bo jîn û tendirustî
le pênaw xoşî û şadî
bo serberzî û azadî
řojan řojî le dwaye
bot debête sermaye!
çiray şewî tarîke,
řaberî řêy barîke!
le bîrit bê hemîşe,
bo xot bîke be pîşe!
hawřêy nezan bê sûde
řenicit deřwa bê hûde
řêgey pêş xot bibîne,
emca hengaw hełêne!
mebe melî berzefiř
dekewye xwar kitupiř!
emet bîstiwe le mêje
«zor bibye kem bêje!»
karêkit ger nezanî
lêy medwê be nezanî
le em û ew bipirse
zû fêr debî metirse
fermûyane lemew pêş
«xêr be xwêş nek be derwêş»
le řencî dest û şanit
bixo le nan û xwanit
çaw çinokî û bexîlî
detxate çałî dîlî
çake bike çend detwanî,
nabînî peşîmanî!
to bo xot çît pê xoşe
kirdewet wabê xoşe!
dest û dawênit pak bê
kirdewet berz û çak bê
le diro xot biparêze,
dirozin sûk û bê řêze!
legeł řastî aşna be
le komeł cêy biřwa be!
her kes karî kewte lat
be pêy hêz û desełat
be cêy bêne pêwîstî
le lay xwa xoşewîstî
kê xawen hestî pake,
xoy hogir ka bo çake!
hemû amojgarîy pîr,
bo toye ey lawî jîr
ba gelit serfiraz bê
cêgay hîwa û nyaz bê!