řawesta bûm le řê bazê
nazê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
2 Xulek
931 Dîtin
řawesta bûm le řê bazê
kîjêkim bînî naw «nazê»
kîjêk şox û şeng û nask
cwantir û siłtir le ask
wa dyar bû hêndêk girya bû
firmêskî le çawa westa bû
pêm gut: ey kîj to cwanît
to xoşewîstekey gyanît
bo wa peroş û damawî?
gîrodey ’eşqî kam lawî?
ke emey bîst kîjołey jîr
gutî: mame, ey mamey pîr
swênd be yezdanî bê hawta
diłim lay xome ta êsta!
min ke gîrodey evîn nîm
le bîr û yadî kesda nîm!
biram şehîd buwe, řoj û şew
bê aramim bê xwardin û xew
lew bîre dam çek hełgirim
tołey xwênî ew wergirim
pêkenîn naçête ser lêwim
şad nabê diłey peşêwim!
ḧez dekem minîş wek kakim
be xwênî xom sûr kem xakim
bergirî bikem le nîştiman,
nekewête dest dujminan!
_ aferîn bo hestî pakit!
xuşkî diłsozî bo kakit
řołey wek toy bê nîştiman
quř beserî dagîrkeran!
debê lêy derçin bê westan
xawenî heye kurdistan
řołey aza û cwamêrin,
le hełmet birdin wek şêrin
dûr nîye ew řoje be yek deng
bişkênin toqî ’ar û neng!
ḧacî dełê: ger yek bigirin
dewr û piştî xoyan degirin
waz bênin le natebayî
bê guman deken be şayî
dest le destî yek xen, hestin
yek deng bin, pişt be xwa bestin!