pişt be kê bestim ke biřwayîm be hîç layê nîye

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  700 Dîtin
pişt be kê bestim ke biřwayîm be hîç layê nîye
gwê le çî bigirim ke dengî min le hîç nayê nîye
hoşî xom ger derbiřim tawane dem kut çatre
dadgayî dawerî îmřo le dinyayê nîye
min le encamî beserhat û hełey xom têgeyîm
ger le boşayî nebê şayîm be hîç şayê nîye
maf û dad û řastî ger řastit dewê her sê diron
ger hebê bo dest biřan asaye yasayê nîye
«sûreta» bê û «ta řeşe» bo min cyawazî çîye
min le tirsî «sêbeřo» agam le hîç tayê nîye