ba derî keyn ehremen, şerřixiwazî dûr bixrêtewe

firîştey aştî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  690 Dîtin
ba derî keyn ehremen, şerřixiwazî dûr bixrêtewe
ba firîştey aştîman pêşwazî lê bikirêtewe!
ba cîhan bixrête jêr sêberî bałî huma
agirî şeř dabmirkêt xwên řijan bibrêtewe
lem cîhaney wa berîn her kes be azadî bijî
her gelê mafî xurawe mafî zû bidrêtewe
ba diruşmî xoşewîstî û birayetî yek hełgirîn
her kese azad le xak û merzî xoy bixulêtewe
nirxî em sarux û top û gulle û bombay etom
her le kîsey çend kesêkî pîse ko dekirêtewe
ba le cêgay nirkeyî top û teq û toqî tifeng
bezim û hełperkê û goranî le cêy bikirêtewe!