zulfî pexşan kird le řûy dulber çi dawî nayewe

çend silêman hatin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  639 Dîtin
zulfî pexşan kird le řûy dulber çi dawî nayewe
lem herême her diłêk aware bû pêçayewe!
ey diłî zar û nexoş sed aferîn bo çawekey
wek mesîḧa mirdûyêkî gyan be ber hênayewe
çend silêman hatin û fermanřewa bûn serdemê
řojgar ew ser guzşitey yek be yek gêřayewe
dij meweste herçî řûdawêk zeman hênaye pêş
ger mebestit berjewendîy gişte bête kayewe!
kafrî dił řeq hejarêkî weha çî kirdibû
bo çî kuştit wa be zarî çendî lêt pařayewe
çendeha girtyane ber řêga berew awî ḧeyat
neygeyştê kes heta êsta ke pêy nexurayewe
destî pê kird nim nimey baranî řeḧmet day řijand
herçî tawnêkî adem kirdibûy şorayewe!