hemû sozî derûn hest û evîne

yasay siruşt
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  661 Dîtin
hemû sozî derûn hest û evîne
diłî diłdar ke kurey agirîne!
eme yasay siruştî řojgare
le adem takû êsta çîn be çîne!
nekey lem řojgare diłnya bî
beratî jan û firmêsk û girîne!
kesêk hogir nebû bo bed řewştî
şyawî řêze, cêgay aferîne
le bo çake kesê gyanî bext ka,
suleymanêke xawen sed nigîne!
guman nakem çi tawanim hebê min
zeman bo çî legeł min wa be qîne?!
le zîndanî evîn her kes wekû mem
ke bendî dawî zulfî xatu zîne
be yadî çawî leyla boye mecnûn
ke çolî necdî la wek şanşîne
ewey diłdarî bo xoy kirde pîşe
çi derbest şîn û şayî û merg û jîne
neçî bo dîtnî dulber le şew da
tirsinake hemûy bo sew kemîne!
le lûtkey berzya herkes ke serkewt
gumanî nawê dwayî da bezîne
ewey řojêk le jîn da pêkenî bê
sizay ewlay kemî sałêk girîne!