birayan, aşnayan, dost û yaran
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
868 Dîtin
birayan, aşnayan, dost û yaran
denałênim wekû hewrî beharan!
le sozî sîne û cergî biřawim
ke xwên serka le çawim ’eynî baran
meken lomem ke bê aram û sebirim
wekû şêt ger bikewme kohsaran!
nebînin êwe qet mergî ’ezîzan
neken şêwen le daxî koçî yaran
kesêk ger mubtela bû bem bełaye
heta demrê meḧałe şadî caran
tîmarî nakirê zamêkî sexte,
be sed hawîn û zistan û beharan
xudaye xot bike řeḧmê be ḧałim
ke řeḧmî toye çarey derde daran
ke derdî merg nebû hergîz ’îlacî
le hîç çerx û zeman û řojgaran!
le bu firmanî ḧeq ser danewêne,
ke ’ewnîNasnava edebî biçîye řîzî herze karan!