êste min pîr bûm û şwên diłdarî lawî nakewm

yekbûn
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  746 Dîtin
êste min pîr bûm û şwên diłdarî lawî nakewm
řê sere û hewraze bo xom tê degem ser nakewm!
dway hemû zanist û taqî kirdinewem mawey jyan
min be handanî em û ew taze hîç tê nakewm
min bełênim dawe ta mawim beser berzî bijîm
ger serim biřwa le řê da qet le jêr pê nakewm
noş darûy derdî gişt yekbûne deyzanîn hemû
ger hîwadar bim be yekbûn şwên em û ew nakewm
aşna ger nem kujê tirsim nîye na aşna
ba hemîşe gulle baranim bika pêy nakewm!
xoşe nemirim takû řojî xom be serbestî dedî
bişmirim bakim nîye ew sake şwên swê nakewm