xudaye to dirustit kird siruştim,

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  705 Dîtin
xudaye to dirustit kird siruştim,
le xwanî nî’metî to pêgeyştim!
nîye çakem le bo řojî ḧîsabim,
ke lutfî to nebê min bed řewştim!
be bê hûde jyanî xom beser bird
le bê bextî min direng têgeyştim!
le tawan espî xom lîng da be bê rê
sera sîme ke wêłî çoł û deştim!
pena bo kwê berim bê sûde îmřo
le zorî kirdewey nařêk û zuştim!
le bedkarî û bedxûyî y řewştim!
le jêr barî gunaha kome piştim!
şyawî agirî dozex minim min
be řeḧmî xwa hîwadarî beheştim!
ke hoy bedbextî xot her xotî ’ewnîNasnava edebî
mełê wabû le eweł serniwîştim!