eger min tacayî paşayî le ser kem,

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  845 Dîtin
eger min tacayî paşayî le ser kem,
we ya xud bergî derwêşî leber kem
cyawazî çîye bo merg û jînim,
ke waye bo çî xom tûşî keder kem
bixiwazim ger le gêtî behremend bim,
debê xom hogrî fezil û huner kem!
cwan merdî û řewştî çak pesende
be çake lazme xom behrewer kem
dijî bedkar debê dij bim be tundî
eger min xizmetî cinsî beşer kem!
pena degirim be xwa, xwa yarî der bê
le dû gêtî debê xom bextewer kem!