herçî kirdî legeł ême, be nezanî bû felek,

kirdarî felek
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  731 Dîtin
herçî kirdî legeł ême, be nezanî bû felek,
destî bestim minî da, dest ’ecem û turk û welek
ker û ga ḧakmî ẍabate, le cêy şêr û piłing
çeqeł û řêwî geřîş, xo defroşin be dełek
le’il û mirwarî û yaqût, hemûyan bê birewn
mis û paqeł bûnete, zêřî xulaseyî meḧek
řastî be carê gum buwe, nay dozî yewe bê sûde
birewî senduwe dest biřîn û firyû fêł û kełek
řastî wa piştî çemawe bûte goşî kewan
xwar û xêçîş be xisûsî dekene doxî xeřek
emřo řojgarêke hemû xû řewştiman gořawe
dad lebê dadî yewe hatwe, yasa û qanûn le kutek
’ewnîNasnava edebî nekey bêzar bî to, her yadî bike řabirdû,
dił megoře, newek řojê le piřêk bêtewe nek!