lawî kurd debê bisûtê wek şem
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
902 Dîtin
lawî kurd debê bisûtê wek şem
rûnak ka bo gel řêy tarîk û tem
ała hełgirî řêy azadî bê
mijde hênerî xoşî, şadî bê
diroşmî debê tołe sendin bê
nabê le bîrî xo nwandin bê
lawî kurd debê çust û çalak bê
le katî pêwîst le gyan bê bak bê
le katî aştî zana û raber bê
le řojî şer da şêrî senger bê
debê nimûney xû û řewişt bê
kar û kirdewey bo sûdî gişt bê
hîwa û awatî her yekêtî bê
dûr le dû řengî, kurdî petî bê