newroz û behar wek cûtey xuşkan

newroz û behar
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  1618 Dîtin
newroz û behar wek cûtey xuşkan
le şadî kiřîn emsał tê şikan!
behar binewşey le zistan kiřî
kirasî cejnî bo newroz biřî
bo çî neyzanî binewşey ser şîn
bo şayî naye her deyka beşîn?
em ke perwerdey sermay zistane
ser kizołkey çaw be giryane
newroz neydewîst baban wêran bê
goranî û şayî, şîn û giryan bê
yan wa kost kewtû wa bê newa bê
şanoy hełpeřkêy kořî şînga bê
newroz deyewîst gułî zerd û sûr
şadî hêner bê bo nizîk û dûr!
bełên bê minîş bo cejnî emsał
cilê sewz û sûr bikiřim bo kejał
le ser pelkî goł şewnim bibarê
boy bihonmewe miley mirwarî
bikem be berya bergî řenga û řeng
bên bo temaşay le çîn û feřeng
bîřazênmewe wek bûkî behar
wêney nedî bê çawî řojgar
biçê bo şayî be şadmanî
be awazî xoş biłê goranî
çi goranî yek neẍmey azadî
deng bidatewe dijî bêdadî
behar le zistan tołe bistênê
peymanî sehoł bestin bişkênê
kejał û newroz be harîkarî
çepkêk gułî sûr biken be dyarî
newroz ḧez deka guł bo be har bê
kejał deyewê gelî řizgar bê!