ne le řoj awa, ne le řoj hełat

estêrey hîway kurd
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  831 Dîtin
ne le řoj awa, ne le řoj hełat
estêrey hîway kurd bo heł nehat?
dełên le mawey sed sał da yek car
hełdê estêrey sûrî kilkidar!
dû hezar sałe kurd wa mayewe
estêrey hîway nedrewşayewe!
meseleyek heye be kurdî dełê
çawî le derê xołî tê werê
ger řoj hełate, ger řoj awaye,
bo gelî hejar key cêy biřwaye?
berjewend perest bo sûdî xoyan
bilwêr dejenin, kogay diroyan!
bo dest kewtinî lîtrêk newtî řeş
be kuştin deden hezar sipî û řeş
bira çareman tenya xebate!
birayetî û yek bûn řêgay necate!
be hełmet birdin wek şêrî şerze
textî řojgarî bênîne lerze!
bê tirs û bê bak, aza û nebez bîn
ba biřûxênerî qełay naḧez bîn
be hunermendî û be zorî bazû
xoman bixeyne tabey terazû!