nexłetam kołim neda
kołnedan
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
2 Xulek
906 Dîtin
nexłetam kołim neda,
çend telîsim hatne řêga
be wêney dêwu diřinde
be heřeşe û bigre û berde
her yek be řengêkî dizêw
hate ber çawim wekû dêw
meramyan bû bim tirsênin
wire berdem, bim toqênin
bo wit û wêjyan gwê dêr bim
çonyan bwê min wa fêr bim
bełam em hemû de’baye,
hîçyan bo nehate kaye!
wek kuře kurdêkî nebez
řêy lê negirtim tirs û lerz!
da neçłekîm duwa nekewtim,
le çend hewrazêk serkewtim
hengaw be hengaw çûme pêş
tirsim nebû lezam û êş
ta geyştime lêre wa řêk,
hatne ser řêm çend çekdarêk
deyanewîst řêm pê bigirin
be gulley wêł cergim bidiřn
pêm gutin: «xizmî xotanim
xełkî cezîre û botanim»!
hatme latan bo hawkarî
biçîn bo řêgay řizgarî
em çekey xistote şanit
bîxe kar dij dujminanit
ême bo legeł yek dij bîn
dujmin perest û xo kuj bîn
le řûy dujmin bîteqênîn
bê westan xwênî biřjênîn
min û to lay ew yek kişîn
ta zuwe řîşey yek hełkêşîn
min û to wek qaw û çerxîn
le lay ew her dûk yek nirxîn!
emey bîst kakî çek le şan
wek şenge bî hate hejan!