êmey kurd yekcar kem hest û xawîn

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  763 Dîtin
êmey kurd yekcar kem hest û xawîn
le qafley gelan gelêk cêmawîn!
êmey dwakewtû taze wek mindał
kewtûyne serpê dekeyn giřugał
jyanî êsta û sed sał lemew ber
hîç negořawe le pê heta ser!
nexwêndewar û kem hest û pestîn
dijî xwêndin û zanist û hestîn
boye jêr dest û dîl û damawîn
wek gay qurbanî beş beş kirawîn
ewey kem zanist, nîw xwêndeware
bêgane dost û xizmetguzare!
bo pare her dem cergî pareye,
ta mirdin pîşey her ew karye!