lem cîhane dił peşêwu çaw be giryan her minim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  796 Dîtin
lem cîhane dił peşêwu çaw be giryan her minim
derbeder, aware, bê kes, xane wêran her minim
şad û serbestin hemû kes wa be azadî dejîn
dîl û jêrdest û hejar û bendî zîndan her minim
şe’bî efrîqya xerîke yek be yek azad debin
kurdim û tenya ke bê beş mafî însan her minim
dujminî xo bûnî xomim aşnay bêgane bûn
boye şayanî şeq û nefrîn û lê dan her minim
kanî zêřînim heye pûłim le gîrfana nîye
xawenî ’erd û beraw, bê a û bê nan her minim