nîştimanî şîrînim

çarenûsî kurd
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  814 Dîtin
nîştimanî şîrînim,
toy hîwa û şadî jînim
xoşewîstîy to tenya,
be minî bexşî hîwa!
min zor hîwa biřaw bûm
nakam û kał û xaw bûm
xoşewîstî û diłdarî
xistimye řêy huşyarî
katê le xewî mestî
hatme naw kořî hestî
serincim da le herla,
her xom bînî be tenya
le gêtî pan û berîn
min bê beş mabûm le jîn
mercim kird legeł yezdan
swêndim xward be kurdistan
řoj û şewm nesrewm,
debê minîş serkewm!
be firmêskî mirwarîm,
tarî řiştey hejarîm
xem û pejare û tase,
legeł bo soy henase
le giřî naxî derûn
le qołayî deryay xûn
gewherêkî nirxdar,
bênme ber çawî kiřyar!
parçe parçe şî’rî cwan
bihonmewe bê wiçan!
bîfroşim be yekcarî
bîbem bo lay kiřyarî
pûl û diraw wer bigirim
çekî şeřî pê bikiřim
bîdem be top û tifeng
bo pêwîstî řojî ceng!
bî bexşim be kuřî law
legeł cwantirîn siław!
ew mafim bo werdegrî
ew lêm deka bergirî
ew xwênî xoy deřjênê
ew tołem bo destênê
swêndim be nîştimane
bełênêkî merdane!
ta gyan mabê le leşim
le kirdewet haw beşim!
takû ew řoje demirim,
dest le xebat heł negirim!
legeł lawanî neberd
bigeřêm le deşt û herd
ew be çek, min be pênûs
ta degeyne çare nûs
çarenûsêk piř dad bê
kurdî têda azad bê!