yekem řojî sałî nwê, be xêr hatî le minit kewê

sałî nwê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1030 Dîtin
yekem řojî sałî nwê, be xêr hatî le minit kewê
dezanî min çîm lêt dewê? bom bigeřê lêre û lewê
le pizşikêkî şareza, le nexoşîyekem tê biga,
le mêje azarim deda, keneft bûm hêzim lê biřa
řêy nîşan dam diłsozane, nardimî bo nexoşxane,
pizîşk pirsî birayane, kê etoy hêna êrane?
pêy gûtim: derdit dijware, zor zor be êş û azare,
dermanî to kwa lem şare, çend bibexşî pûł û pare
ey biçme kwê bo dermanêk, dest bida bo derd û janêk,
be pirsyar û lê dwanêk, ke destim kewê luqmanêk!
em pizîşke şarezaye, xawen behre û twanaye,
dermanî bo to danaye, bekarhênanî řewaye!
yekbûn çaktirîn dermane, ew dermaneş lay xotane,
derçûn le destî bêgane, heł degrî em derd û jane!
le pizîşk û sałî nwê, amojgarîm lêyan dewê
minîş ger hîçim dest kewê, kořê debestîn bo şewê!