afretêkim le xewa dî kiz û řeng zerd û nexoş

xewn û xew
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  1003 Dîtin
afretêkim le xewa dî kiz û řeng zerd û nexoş
pest û diłgîr bû ke firmêskî deřişt zor be peroş
gutim: ey xuşkî beřêzim çîye hawar û girîn!
bo çî kirdote berit bergî řeşî matem û şîn
gutî: nazanî meger bo çî beserhatî min
şîn û řořoye hemû wext û dem û katî min?
êste nam nasîyewe min kiçekey kerkûkim
xawenî naz û nyaz bûm ewîsta çûkim!
řeng û řûm zerd buwe dûçarî pejare û derdim
min le kem hestî û bedbextî le ’alem ferdim
wa xerîkin be hemû şêwe bigořn nawim
çunke bem nawe ke êstake heme nasrawim
min beşêkî wetenî kurdim û kurdistanim
xawenî mêjuwekî kon hezar dastanim!
gutim: ey kiç bese pêwîst nye giryan û şîn
diłnya be hemû tîmar dekirên zam û birîn
şeqiłim lê dawe be kurdî le hemû deşt û benit
natwanin be diro û saxte bigořn řesenit!
wa mezane netewey kurd ke le to bê xeberin
hênde aram be heta bem zuwe yektir degirin!
çak dezanin le hemû lawe nyazî bedkar
her xerîkin ke le řeg bêne der kurdî hejar
to ke tenya nî denałênî le dest dagîrker
mubtelaye weku to xak û wułatman yekser
beçe şêran, kuřî kurd, zêde be qîn û qařn
tûřne, dax le dił û dujminî bed řeftarin!
her be katêkî let û pet dekirên dujminî to
qeł û dał hêzî nîye derçê le dest baz û heło
le çep û řast ke pelamar dedrên xwar û jûr
ta be ser şořî hemû řadekene dûr le sinûr
ew deme şad be e to bergî řeşt da bikene
her be řû sûrî le baxt gułî hîwa biçne
xeberim bowe be sersamî yewe nîwe şewe
tê geyştim eme hoşyarî nîye xewn û xewe!