kam guł, kam xunçe, kam werzî behar
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1082 Dîtin
kam guł, kam xunçe, kam werzî behar
şînî negêřa huzarî hejar?
kam firmêskî çaw kam sozî derûn
neřja be řûda sûr wek řengî xûn?
kam bizey lêwî kam korpey sawa
kam daykî hejar esrîn le çawa?
kam bawkî pîrî nawqed da çemaw
negrya û neřja firmêskî le çaw?
kam mał sûtawî bêçarhî hejar
kam bê tawanî ke nedra le dar?
kam dayk debînî ke bergî řeş nebê
le hemû mafî jîn bê beş nebê?
kam bawik le şînî řołey bê gořî
yasaẍ nebû lêy bergî bigořî?
key saway ême bizey le lêwe
her çawî geşe firmêskî pêwe
kam mał sûtawî kurdî aware
pêy negutrawe mełê haware?
kam xunçe gułman le baxî jyan
pêş řeng hênanî hełyan neweran?