xwast û gerekim bû ke bibînim le ḧeyatim
azadî wiłatim
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
984 Dîtin
xwast û gerekim bû ke bibînim le ḧeyatim
azadî û řizgarî gel û xakî wiłatim!
herçende dwayî temenim hat be nehatî
hîwam heye her ber degrê darî xebatim
çend řojê eger yek bigrîn werdegrîn zû
gişt mafî siruştî û û deçespê desełatim
lew řojewe mad leşkirî aşûrî lenaw bird
lew sawe ke min koyleyîm wergirt be beratim
kawe ke be xoy pêşřewî şořş bû dwayî
serkewt û gutî: serbazim û min bê desełatim
zendî ke demê ḧakmî êran zemîn bû,
deyfermû wekîl dewłetim û ḧakmî katim
biřwa be xo nekirdine têkeł be nezanî
cêy xoyetî ke gîro deyî dest lotî û latim
hoy çare řeşî nabê le bêgane bizanim
řastî emeye bêje le dest xome şikatim!