esleḧey cengî debestim pasî kurdistan dekem

esleḧey cengî debestim
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  827 Dîtin
esleḧey cengî debestim pasî kurdistan dekem
qetil û ’amî ḧakmanî turkya û êran dekem
çunke em dû çînî załim xwênî kurdyan zor řijand
dujminî xak wiłatim perit û sergerdan dekem
nakesêk nîm bo metalîb min řûy lafewe
îrsî xome bełkû daway dewłetî sasan dekem
çîm be aşûr kird le katî xoy bełên bê her weha
text bextî dujminanî kurd be xak yeksan dekem
her kesêk bêt û le herla xwênî kurdî řiştibê
xom be şwênî da deřom xaney beser wêran dekem
gyan bext kirdin le řêgay nîştiman pêwîstîye,
min ke kurdim peyřewî fermayşî yezdan dekem
xizme gwê bigirin le bende ’ewnîNasnava edebî zor bê çareye
min girînim nek le bo xom, bełku bo kurdan dekem