meger lawanî kurd wa bûn be mensûr

lawanî kurd
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  773 Dîtin
meger lawanî kurd wa bûn be mensûr
le ser lefzî «اناالحقErebî» çûne serdar
be xwên wa nexşî kurdistan dekêşin
kuřî aza û xebat gêř û fîdakar!
serî merdayetî da nanewênin
beramber dujminî xwên řêj û lasar
be xo bûn û be yekbûne deçespê
be asanî hemû karêkî dijwar!
deba dest xeyne naw dest yek birabîn
heta key lêk bikeyn şêtane kuştar
be derdî xopesendî û natebayî
be dest dêwî nezanîn bûyn giriftar
bese ta key nezanîn, gêj û wêjî
le xew hełse bira bo nabî hoşyar
be dewrî laşeket şeřyane her dem
seg û gurg û çeqeł, ta pîre kemtyar