dujminî bedkarî min herçî bikey lêt nagirim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  939 Dîtin
dujminî bedkarî min herçî bikey lêt nagirim
pêt dełêm min takû êsta mawim û qet namirim
sałehay sałe wekû sawa le naw bêşkey emel
layelayem bo deka daye keçî pê nagirim
zor zyanim dît ke řêy çewt û çewêłim girte ber
em hemû bełgem le destidaye be řast řê nagirim
min le to huşyar tirim êsta dezanim çît dewê
bedřewştîm fêr dekey bo sûdî xot lêt nagirim
herçî pêt dikirê legeł min bîke hîç sûdî nîye
em piřojey xom mebestime destî lê hełnagirim
dij be kes nawestim û ba kes newestê dij be min
min ke barim şûşe bê berdîş le xełkî nagirim
wek heło lanem le kêwêkî biłind hełbestuwe
çendî berdim tê girin taze be kes hełnafiřim
têgeyştim çend hełem kird û firîbim xwardibû
tobe bê tobe îtir destî biray xom nabiřim
êste zanîm dujminî bedkar ke bo pêm hełdełê
xencerî dawe le piştim řojê destî nagirim
bareket gwêze û xiřey dêt, mişterî ko bûnewe
min dezanim pûçełe giştî be pułêk nakiřim
pêt dełêm bar ke û biřo lew řêgewe lêy hatbûy
ger neřoy tawanî xote çî dî řêzit nagirim