ke min hogir be to bûm taze bo çî dulberêkî tir,

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1118 Dîtin
ke min hogir be to bûm taze bo çî dulberêkî tir,
derimkey lêre nařom naçme kûçe û derêkî tir
minî dît nîwe kuştey nazî çawî xoyetî fermûy
xełatî merge bo to bigre ha dey xencerêkî tir
le sîḧrî samîrî bakim nîye tirsim heye çawit
be mestî nazewe bimxate dest efsûngerêkî tir
le fîkirî to newestawim be pîrî nazenînî kurd
eger pençem qełem bigrê denûsim defterêkî tir
le çerxî řojgar gîrode mawim hênde diłtengim
pena bo mey nebem hîç çare naka řaberêkî tir
de meygêř destî min dawênî to bê wek ’ereb sedcar
feramoşî nekey wa taze hat sewdaserêkî tir!
xeyałî bûkî şadî bo diłî pestim zemawende
de neyjen lê de ney ba çopî biřwa çend geřêkî tir
deba de akî be dexû xwên biřêjî taku řojî dê
dekewte ber şepolî hełmetî asnigerêkî tir!
le gwêm dengî ziringa pêy gutim diłgîr mebe ’ewnîNasnava edebî
eme çerxe desûřê dêtewe dewruberêkî tir!