dwênê ke be tenya be çemnida guzerim kird

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1338 Dîtin
dwênê ke be tenya be çemnida guzerim kird
seyrî guł û řeyḧan û gułî neyloferim kird
guł wîstî benaz wêneyî řûy to binwênê
îmřoke beyanî be serit lêre derim kird!
řeyḧane be hîwa bû weku perçemî to bê
nem hêşt bidwê girtim û bendî kemerim kird
lafî qedî toy kewte serî seru û sinewber
řastî lemeda serzenşî neyşekerim kird
şerḧêkî mutewwel bû beyanî serî zułifit
îmşew be çiray kułmetewe muxteserim kird,
min ew deme zanîm çîye azarî cudayî
ew řoje ke nemzanî bebê to seferim kird
lem meclîse mestane leber dîdeyî mestit
min bo meze hênam û kebabî cigerm kird
mujgan û birot tîr û kewanin le kemînin
lem dîmene samnake be řastî ḧezerim kird!
lew sawe diłim dawe be to her weku ’ewnîNasnava edebî
lêy bê xeberim teslîmî destî qederim kird!!