’eqłî da ber şeq ke řûy kirde diłim sułtanî ’eşq

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1010 Dîtin
’eqłî da ber şeq ke řûy kirde diłim sułtanî ’eşq
îxtyarim pê nema wek çûme jêr fermanî ’eşq
bê meḧbibet dozexe, baxî beheşt, xuldî berîn
gułşenêkî zor firawane lelam zîndanî ’eşq
min serim dana leřêy diłdarya samanî çî
sed hezaranî wekû min bê ser û samanî ’eşq
diłnyame arezû û awatî min her dête dî
mijdeyî wesłî tya nûsra şewî hîcranî ’eşq
leyl û mecnûnî ’ereb, yan şîrin û ferhadî kurd
zor be zeḧmet takû çûne řîzî şagirdanî ’eşq
yûsfî mîsrî ’ezîz bo çî dezanî ’aqîbet
key degeyye mertebe ta neçuwe naw zîndanî ’eşq
waz leser hênan yekem merce ke ’ewnîNasnava edebî xoy dełê:
zor le mêje ew serî goye leber çewganî ’eşq