ger gunehkarîn ji bo ismê ẍefûr em mezherîn
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
1 Xulek
1099 Dîtin
ger gunehkarîn ji bo ismê ẍefûr em mezherîn
wer sitemkarîn temaşagahê ehlê meḧşerîn
piř gunahan ger tu dê mehder bikî yum alḧisabErebî
ey şifî’ alimzinbînErebî em bo te řa serdefterîn
ger ẍefûrî em nebexşîn û şefî’î em nedîn
kar û barê me ke malk bo te řa ser’eskerîn
dozex û cennet li nik me herdu yeksanin bi ḧal
’aşiqê dîdarê yarîn perwerê pêẍemberîn
ger cemala bê zewal em dê nebînîn bê ḧicab
dar û dîwarêd rizwan xanîNasnava edebî em pê kû bikerîn?