ger gunehkarîn ji bo ismê ẍefûr em mezherîn

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  843 views
ger gunehkarîn ji bo ismê ẍefûr em mezherîn
wer sitemkarîn temaşagahê ehlê meḧşerîn
piř gunahan ger tu dê mehder bikî yum alḧisabArabic
ey şifî’ alimzinbînArabic em bo te řa serdefterîn
ger ẍefûrî em nebexşîn û şefî’î em nedîn
kar û barê me ke malk bo te řa ser’eskerîn
dozex û cennet li nik me herdu yeksanin bi ḧal
’aşiqê dîdarê yarîn perwerê pêẍemberîn
ger cemala bê zewal em dê nebînîn bê ḧicab
dar û dîwarêd rizwan xanîPen name em pê kû bikerîn?