zahdê xelwet nişîn pabestê kirdarê xweye

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1426 views
zahdê xelwet nişîn pabestê kirdarê xweye
tacrê riḧlet guzîn dildarê dînarê xweye
’aşiqê dilber ḧebîn dildayê dildarê xweye
da bizanî her kesek bê şubhe ẍemxiwarê xweye
bê ’emel tu ji kes meke hîvî ’eta’ û himmetê
bê ẍerez nakêştin qet kes ji bo kes zeḧmetê
kes nehin qet hilgirt barê te ew bê ucretê
ger çi ’îsa bit ewî fikira ker û barê xweye
hoşyar bî! da nekî ’umrê xwe bê ḧasil telef
lew ku nadet fayde mal û genc û ewlad û xelef
maceraya xizir û dîwarê yetîmî bû selef
vî zemanî her kesek mi’marê dîwarê xweye
ca nezer ke tu bi pêla ku we waqi’ bit swaş
ger nebîtin iltifat û moçe û debir û me’aş
cindîyê rimbazê fars nadetin canî belaş
sa’eta serbazîyê hîvî ji serdarê xweye
xanyaPen name zay’ nekey ’umrê xwe ey nadan ’ebes
bê teleb nabî ji weslê behremend ey bûlhewes
san’ê mutleq ku nîne iḧtyacek wî bi kes
lutif û iḧsan jî ewî derḧeq telebkarê xweye