dila qet nîne meḧbûbek ji te cuz’ek nebit lalî

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  1323 views
dila qet nîne meḧbûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
dilarama ne meczûbek, heye sirra te jê xalî
eger sirra di qelbane, we ger nûra di wechane
bi min yek řeng û yek tane, di gel yek bûn li wî alî
ji ẍeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
wekî çavêt belek hatin bi hev ket şahî û talî
eger ḧusne eger nûre, eger nêzîk eger dûre
birîna ’aşiqan kûre, ji sertîra kuřê zalî
ji sertîra mucewher bû, çi awir bû çi xencer bû
ji bo min řa muqedder bû, dema pifkirne selsalî
we ger selsal û fexxarim, tijî nûrim tijî narim
di batin şubhî xunkarim, bi zahir ketme wî şalî
gelek şal cewher û zîba, gelek etles gelek dîba
gelek sîm û gelek şîba, me havêtin bikir nalî
bikir nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
gelo kî bit ku navêtin, ḧebîbek çarde salî
meger her min divê dilber, dused ’ilman bikem ezber
ji xilxalan dibit ebter, mela meqsûdê xilxalî
mela meqsûdê min xale, ne milk û menzil û male
ne ’ilmê qale ew ḧale, me ḧasil kir bi ebdalî
me ḧasil kir bi xîzanî, bi muştaqî û ḧeyranî
wekî genca di wêranî me peyda kir bi remmalî
bi remmalî me peyda kir, dilê ẍemgîn me pê şa kir
niqî alixdArabic me aza kir, wekî pîra dused salî
niqî alixdArabic û liḧyanin, berat û emir û fermanin
bi tuẍra’ û bi nîşanin, di dest ’uşşaqê dellalî
di dest dellalî da min dî, ruxê kaẍd semerqendî
xetê kûfî nuqet hindî, kitaba ḧusin û eşkalî
kitaba ḧusin û dilber bû, xetê alilh ekbirArabic
melayî go ji ezber bû, li textê dil dibit walî
li textê qelbî sultane, dilê wî ’erşê řeḧmane
wekî xanîPen name ne nadane, dizanit ew bi eḧwalî
bi eḧwalî xeberdare, bi sûret şeklê dildare
di batin ’eynî dîdare, ti’alî şi’enh al’alîArabic