ey derîẍa mame tenha ez ji şemsa xawerê

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  1256 views
ey derîẍa mame tenha ez ji şemsa xawerê
xan û man têk bûne zulmet paşî wê dêm enwerê
bê qerarim şubhî zîbeq bê ewê sîmenberê
paşî lêvêt wê venaxom mutleq ava kewserê
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
sed mixabin çû ji bal min ew ḧebîba çav belek
ah û efẍanim şev û řojan tiçin ḧetta felek
wê ji feryadê di min ’aciz dibin ins û melek
mam di qeyda daẍ û derdan paşî wan zulfêt helek
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
hicreta yarê bihatim şubhî finda şu’ledar
ketme ḧalê iftiraqê ji iḧtiraqê bûme nar
ew wucûda bê wucûde suhit û têkda bû ẍubar
min nevê dunya bi carek paşî wan çavêt xumar
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
ger di ḧîna ez wefabim bête ser min ’izre’îl
mujdeya xuldê di wê gavê bidet min cibre’îl
xizrê ferrux bê ji min řa ew di wê řê da delîl
dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser selsebîl
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
çerxê keç reftare wa weyla! ku ez ḧeyran kirim
ser bi gerdan bûm welêkin zêde sergerdan kirim
bê dil û ’eqil û hewes carek ku bê iz’an kirim
zêde vê bê mirwetê ev řeng ku ez talan kirim
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
zînhar ey dostan weqtê bikim ez hicretê
van du misra’an kitabet kin li perkê kaẍetê
da di dest min da sened bit ew di beyta axretê
’erzuḧalê min bibit mezmûn ji ḧîna ḧezretê
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
xanîyaPen name ev herze goyî we xeta’ û ne sewab
xêr ji te sadir bibin ey bê edeb ey bê ḧicab
ev qezaya barîye razî bibe ey mal xirab
belkî bîte mûcbê narî ji bo te ev cewab
ger bizanim ez di ḧeşrê da nebînim dilberê
dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê