ey badî seba heste wekîl be le selaman

şîwen bo mela celalî tirpisîpan
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  739 Dîtin
ey badî seba heste wekîl be le selaman
yaran bexeber bîne ke ’aciz buwe şaman
babên hemû bo xizmetî ewşo be komeł
’ezmî seferî kirduwe gîrnabî le laman
qurban etû ew terzeyenî, negrî tikay kes
ême hemû hatwîne, debî bigrî tikaman
fermûy eme řêgayeke tenya nîye bo min
min îmřo deçim, êwe sibey dên be dwaman
bo fîrqetî dûřojî mebin ’aciz û ẍemgîn
wesłî ebedîman heye lay zatî xudaman
pêy xoşbû le piştî nebî çîdî leberî ka
ew xake, kewa dayke, beřast bo hemû laman
ey daykî ḧeqîqî debê zor ḧurmetî bigrî
zatêkî be ḧurmet buwe lay xas û ’ewaman
ewladî ’elî û fatîmeye taqe le cêy xoy
nabêtewe taze wekû ew le çi daman
ger bêtû te’esub nebî, cehlî be quwet
îqrar ekirê tac bû lebo şêx û melaman
kê ẍeyrî ewî camî’î ewsafî kemale
nabîndirê, ba wanebî qet ême temaman
zor ’alîm û zor fazîl û dahî
bo zułmetî her meclîsekî ew bû çiraman
beḧrî kerem û ’îlim û wîqar, kohî necabet
emrî wî muta’ bû lehemû şwên û meqaman
destî ke dekird wa be we’zidan û nesîḧet
beḧrê bû piřî duř bû le enwa’î kelaman
naḧeq nîye tamawe cîhan tarî bibîtin
awa buwe beyekcarî ewa řojî zyaman
{ab|daxil be beheşt wabû} le te’rîxî wederkewt
wahatuwe bo muxlîsNasnava edebîy bê hoş û humaman