ey taze gułî baẍî emel boçî weha zû
şîwen bo ebubekirî kuřî mela miḧmedî ferhadî
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
3 Xulek
975 Dîtin
ey taze gułî baẍî emel boçî weha zû
řoyştî be cêt hêşt lebo ême keserusû
gencîm semerêkî nebû, pîrîm besera hat
agam çi lepîrî nebû řołem le heway tû
çend beyne emin muntezîrî fesłî buwarim
kuya bigeřêm lew der û deştane behersû
katê le syaḧet degeřam dengî qeza hat
ba besbê syaḧet ke buwarî tû beser çû
tûmez ke ebubekirî mine marî ecel dê
dey hencinê yek def’e leser tawekû esto
ey way çibûhênay beserim tal’î neḧsim
şadîm buwe ẍem meclîsî bezmim buwe řořo
barandî felek bomnî bêçare musîbet
dewrey minî girt mîḧnet û endoh wekû ordû
dête derê wek dûkełî şîn ah û henasem
dêtin le henawim ke piřî agire bon so
tik tik nîye giryem wekû sulawkeye çawim
piştim wekû çewgan weye destim kete ejno
řûnakî dûçawan û kizey cerg û henawim
dił warsî ye’qûbe kewa yûsfî winbû
têrim nedî ew şitłe nemamî qedî berizit
ew řûmetekanî debrîskan wekû pişkû
herçende dekem naçî xeyałî le xeyałim
way çende cwan bû ke deřoyî wekû ahû
ey řołe wilaşt hemû bo medrese řoyîn
heste were der boçî dirêj bûy wekû nustû
esbabî tereqît qełem û defter û eşya
pejmurde û şêwayne lepaş xawenî xoşxû
çawêkî hełêne le min û daykî ze’îfit
binwaře çi zerdîn û çi barîk wek yek mû
dû bulbulî yek taqe gułî taq û cwanî
nabîn le çirîke û le senaxwanî çi mandû
ew mame cwananey ke şêway ẍemî tone
şingyan lebedenda nîye bêhoş wek mirdû
ew taqme mumtaze lemekteb ke řefîqin
westayne leser qebir û cenazet le beyanû
teklîf bike ba biçnewe bo menzilî xoyan
çunke be umêdin ke hemû neçnewe bê tû
bo řoyî be tenya û minit hêştewe tenya
key we’de lebeynî min û tû řołe weha bû
min pîr û ze’îfbûm lebo ew řêgeye ça bûm
to genc û cwan bûy çi demî ew seferet bû
ey xakî weten zor legełî merḧemetit bî
ew çunke lemeydan bû serî herdeme bo tû
memnûn û řezame be temay ecir û sewabim
yařeb neçî ewlaye lekîsim ke ewm çû
te’rîxî buwe {ab|fewrî qeza lêy buwe mîwan}
muxlîs ke şerîkî ẍeme boy hênde peyabû