her diro ewřoke jîne, herbijî yaxwa diro

her bijî diro
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 5 Xulek  810 Dîtin
her diro ewřoke jîne, herbijî yaxwa diro
bo beşer bwîte xezîne, herbijî yaxwa diro
her diroye karebay dêhatî wa řon kirduwe
lokis û fanos çi nîne, herbijî yaxwa diro
dê nîye ewřo le dêhatan ke awîjge nebî
deẍił û danî zor biçîne, her bijî yaxwa diro
her terektorê diroyane desûřê řoj û şew
cot û cotyar lê ketîne, herbijî yaxwa diro
seyrî deřasey diroyan çon tebarey dayte ber
çende pan û çend berîne, herbijî yaxwa diro
kak sepan wetêle kêşman, wa lemał danîştûn
ew mem û ew xuşke zîne, herbijî yaxwa diro
paş ewey aw hate dêhat, hîç nehat hełnagrî
seyrî coxînyan bibîne, herbijî yaxwa diro
bo hejaran wa ledêhat, xestexane îş dekat
ka ewey xawen birîne? herbijî yaxwa diro
wa xerîkin herçî dêye cadeyekî bo biben
ta biłêy pan û berîne, herbijî yaxwa diro
herçî mał bî nabî seyyarey xisusîy pê neden
tozî řêga bes bibîne, herbijî yaxwa diro
besye takey wa le xanûy xişt û quř ewha dejîn
xanuwekey xot her weşîne, herbijî yaxwa diro
wa muhendîs dête dêhat cê qesrî dyarî bika
cê binaẍey hełqenîne, herbijî yaxwa diro
qesirkan herke tewaw bûn, modeyan řakşêne nêw
kakî xom xot řaweşîne, her bijî yaxwa diro
herke weqtî ḧefle hat, ’alem le dêyan dêne şar
’aşiqî ḧerd wezwîne, herbijî yaxwa diro
deçne pêş dest ew kesey desteberî ew kareye
bew cilî wa pîne pîne, her bijî yaxwa diro
kes lewaney xawenî filsêk nîye bo şar kedê
qerd leboy esbabî jîne, herbijî yaxwa diro
řojî cum’ey řemezan kobûnewey ew ḧefleye
dor kutan û herpeřîne, herbijî yaxwa diro
ew bira û xuşkane wek bizin û tege têk berdebin
mirqe mirq û.... herbijî yaxwa diro
pêşřewî çînî jin û çînî pyaw lew ḧefleye
kesk û zerd û ser sipîne, herbijî yaxwa diro
paş ewey şayî tewaw bû yêk be yêk pêyan dełê
kak fiłan şabaşî bîne, herbijî yaxwa diro
herçî pêwîst lebo sindûqî ḧîzbî dadenên
herbijî û her aferîne, herbijî yaxwa diro
basî kişt û kał deken ta parekey werdegrî lêy
bew qise cergî biřîne, herbijî yaxwa diro
îşî xoyan herke dît ewca xetîbî bang deken
pêy dełên xutbe bixiwêne, herbijî yaxwa diro
bew zimanî lûs kewa dê dest dekate xwêndinewe
řû le dunyay pişt le dîne, herbijî yaxwa diro
bonî însanîyet û dîn nakirê lew xutbeye
gwê bide ser hertekîne, herbijî yaxwa diro
herçî xoy û nefsî û şeytan arezûyan bê dełê
terkî dîn û xwên mijîne, herbijî yaxwa diro
ber le pêẍember çi dînêkyan bû ewyan dewê
agirî newroz bibîne, herbijî yaxwa diro
’alem û xoyan sûtand agirî newrozyan çîyan
dûkełî tarîk û şîne, herbijî yaxwa diro
ew hemû ’alemeyan çon kirde ardî nêw diřk
şêx ’ewasyan cê nişîne, her bijî yaxwa diro
seyrî řêgayan bike her barbekore, dê le řê
řoj û şew her têk peřîne, herbijî yaxwa diro
çend keşeng û çende birsî û çende tînûne deřon
dengî mindał û girîne, herbijî yaxwa diro
ceyş û quwet çû lebo hercê qyamet dête wê
gwê bidê giryan û şîne, herbijî yaxwa diro
her diroye wa desûřê dîn û dunya têk deda
dujminî dunya û dîne, herbijî yaxwa diro
musił û hewlêr û kerkuk û silêmanî hemû
cê qinare û serbiřîne, herbijî yaxwa diro
ew diroy ew karesatey kird be ême, pêweye
biçte lay mekke û medîne, herbijî yaxwa diro
ta ewêş têk berbida êkcarî dunya pîs bika
bo fesad birsî û xurîne, herbijî yaxwa diro
řûy zemînî girt diro, řoyî geyşte asman
wa lelay mang dabezîne, herbijî yaxwa diro
bo diro her seg denêrê biçte asman tê bige
çûne asman seg weřîne, herbijî yaxwa diro
ey birakey dîn perist û bab musłiman û ’ezîz
xewnî bêber bes bibîne, herbijî yaxwa diro
berbide yêqey dirozin muçexorî bo meke
muçekey kujran û xîne, herbijî yaxwa diro
ew kesaney emin û toyan pêdewê bo dîn nîye
herlebo têkdanî dîne, herbijî yaxwa diro
bo dyarnîn bêne meydan gefkerî êmey hejar
heste dujmin her qenîne, her bijî yaxwa diro
ka ewey deywîst ême lê bixa û derman bika
xwa heye êwe çi nîne, herbijî yaxwa diro
ew kesey kûrey diroyanî decoşand kêwe çûn
’alemêk sutay ewîne, herbijî yaxwa diro
ew kesey dûnê dyar bû kewtuwe ewřo lemał
çawekey ḧîzit hełîne, herbijî yaxwa diro
ew kesey ew ’alemey têkda leboçî namirin
her xerîkî zor weřîne, herbijî yaxwa diro
’eybe wek xatûn leber çawî xełk xot badedey
dujminîşt wa xenîne, herbijî yaxwa diro