em lawe wekû lewlawe temaşa ke çi lawe

lawlaw
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  839 Dîtin
em lawe wekû lewlawe temaşa ke çi lawe
westawe, ewende xawe, dełêy xawe řwawe
qed ’er’ere, leb şekkere, řeng esmere, çawî
ẍemmaze, perî naze, dełêy baze le řawe
řûy wek gułe, mûy sunbule, xał fulfule, ebroy
şimşêre, mujey tîre, besed lîre kiřawe
em perçeme, wa piřxeme, wek lemleme zułfî
zincîre, ’eqił gîre, be însan nekřawe
em qamete, em sûrete, em nexiş û nîgare
me’lûme le ’alem ke be peřgar nexşawe
serbeste, ’eceb meste, leber dewłetî ḧusnî
xoy bwîte cefa, pişt le wefa, lutfî nemawe
toy şafî, etoy kafî, le bo ’îlletî wafîNasnava edebî
em ’îllete teşxîs be luqman nekirawe