ger gułî min bulbulim, wer ateşî perwaneme

sêw û xox
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  800 Dîtin
ger gułî min bulbulim, wer ateşî perwaneme
xo eger leylay minîş mecnûnî ew çawaneme
lêm geřê ba bêm temaşay baẍeket kem piř beçaw
çend demêke arezûy ew sêw û ew xoxaneme
řojî îḧsan û xełat bexşîne ewřo cejneye
wek hetîw hatûme derga, çaweřêy cejnaneme
şarbeşar û dê bedê kuçe bekuçe derbeder
řoj û şew dêm û deçim wek teyrî bê hêlaneme
muxlîsNasnava edebîy bêkes şehîdî ’îşqe destî lê meden
xûnî geş bo řojî de’wa şahîd û nîşaneme