yekeme diłdarekem bê sanîye

dest kurt
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  796 Dîtin
yekeme diłdarekem bê sanîye
yek dû sałe bê to yek dû sanîye
bê cînayet canî min canim deba
karî wa herkarî yarî canye
êre bê ban bay heye fermûy biłê
êre dêy bîba nîye bê banîye
çayekî qursim be çake xwardewe
paşî zanîm xwênî xome ça nîye
yarî şêrwanîm be lehce û pencekey
têy bifkire têy degey «şêr» wa nîye
awî dîdem zerd buwebê toz û ka
řengî xwênawî cigerme «ka» nîye
bê şike destikurtî ’îşqe muxlîst
řastîye bo to dełêm şik wanîye