diłberêkim heye min, biskekî çîn çînî heye

mem û zîn
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  869 Dîtin
diłberêkim heye min, biskekî çîn çînî heye
çawekî bê ẍerez û sînekî bê kînî heye
zułfî zerdî ke leser kułmî sipî ḧełqe deda
gencî zîw řaste ke çend marêkî zêřênî heye
seyrî ew qamete ke her leserî ta binî pêy
řoj û şew, nergis û guł, ’er’er û nesrînî heye
lêwî şîrînî eger bê betebesum bidwê
ẍunçe baẍî îrem û şaneyî hengiwînî heye
xoşe lam destî binexşênî be xûnî diłekem
takû wesfî bikirê destekî řengînî heye
ba ke bêqey bidřênê bike seyrî memekey
asmanî ḧusnî ew yare, çi perwînî heye
wirdexałî řeşî waye ke ’etir bexşî eka
mamzî çîn û xeta, nafeyî muşkînî heye
boye ferhadî sîfet kewtime kêwan be temay
we’deyî ew kiçeme, xînekî şîrînî heye
herçî gwê bigrê le muxlîsNasnava edebî diłî agir degrê
serguzeştey min û to tamî mem û zînî heye