arezûy tewbe deka dił boye ẍemgînim emin

ferhad û şîrîn
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1039 Dîtin
arezûy tewbe deka dił boye ẍemgînim emin
çon debîtin terkî ’îşq û tewbe neşkênim emin
newnemam fesłî behar û cejnî qurban hatewe
mewsîmî seyr û tewafe boçî netbînim emin
saqî sa debêne badedem be xende řûke min
mubtelay lêwî pyałey saf û řengînim emin
sînekem piř agirî ’îşqe wekû murẍî seḧer
ger ẍezil xwanî bikem dunya desutênim emin
min birîndar nîm be şîr û tîrî kes xwa şahîde
seydî pencey dîde baz û çengî şahînim emin
wa legij kûhî fîraqa daçuwe muxlîsNasnava edebî be dił
ehlî dił ta têbgen ferhadî şîrînim emin