le baẍanda çi qewmawe le neẍmey bulbulan dîsan

be hawarit
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  736 Dîtin
le baẍanda çi qewmawe le neẍmey bulbulan dîsan
le meyxanan çi řûydawe le bezmî saqîyan dîsan
ewa destî lenêw destî nîgarî xoyetî herkes
minî bêkes nebê destim xirawe dest ẍeman dîsan
çi hawarêk û řořoye le baẍî sêw û xoxanî
meger nałey dêtin le destî baẍewan û dîsan
xerîk bûm zulfekey ladem, keçî hêşkiçî dengî hat
ke wirya bin newek dizbê lebo lay sûrgułan dîsan
lenêw şarî ewa basî qiřanî ’aşiqan ekirê
xuda sabê deba îmřo qiřanî ’aşiqan dîsan
beserbestî dwênê hat be çawî mestî emnî kuşt
temayetî bimkujê ewřo betîr û xenceran dîsan
wefadarê nebû bêtin be hawarit erê muxlîsNasnava edebî
ewa dûbare haware le cewrî dulberan dîsan