çibkem le ẍemî fîrqetî ew dulbere yaran
beḧrî ẍezel
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
2 Xulek
1096 Dîtin
çibkem le ẍemî fîrqetî ew dulbere yaran
şeyday cemalî ewe sed yusfî ken’an
şahêkî be ’înwane leser textî suleyman
diłdare, wefadare, lebo ’aşiqî bê can
sed ḧeyfe ke wa fesłî behare le hemû la
gułzar û çemen piř guł û sunbul û lala
wa pê dekenî ẍunçe û bulbul buwe şeyda
emma le minî xanexra şîwen û giryan
lew cejne ke wa cejneyî qurbane be qurban
muştaqî tewafî memtim lêm meke penhan
ew zulfet kewek dûkełe bom labde ey can
nek bêm û bisûtêm wekû perwane le daẍan
seyîdadî ẍezalî xetenî çînî emin bûm
êstake le nêw dawî ẍezalêkewe kewtûm
sed mujde le êwe ke řêy ’eşqewe wa çûm
teblîẍî selam wacbe bîken gelî yaran
bew sîḧir û dû dîdet dił û dînit be hewada
bew ’îşweye xo lezetî ’umirit be fenada
xistumte nêw beḧrî ẍem û cewr û cefada
bedbextî hetakey diro û îfkî řeqîban
ẍewase lenêw beḧrî ẍezel wafîNasnava edebîy wefadare
emma leẍem û derdî ’îşq piř buwe zînhar
yek zeře nemawe hewes û meylî le eş’ar
emma emeye tuḧfeye bo keyfî řeqîban