şaha etû şahêkî leser textî kemałî

bazî ’îraqî
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  750 Dîtin
şaha etû şahêkî leser textî kemałî
carêkî bipirse legeday xot çîye ḧałî
řûy mangî şewî çardeyî eyyamî behare
ewxałî leser řûy buwete neqşî cemałî
kewtûmete jêr hełmetî bazêkî ’îraqî
řom û ’ecemî deynime jêr sêberî bałî
bo biçme derî nakes û newdewłetî ewřo
her dêmewe derganeyî to, to binemałî
camêkî be fitwa ke ḧerame bide saqî
camêkî le xwênim etû noşke be ḧełałî
deřwa wekû xew wesił û fîraq û hemû ezdad
dunya çi sebatêkî nîye şîrin û tałî
pêy nakirê dest hełgirî muxlîsNasnava edebî le meḧebbet
ta pîr debî her dêtewe ser dewrî minałî