takû gencêkî nefam bûm meylî pîranim hebû

heyhû heyhû
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  894 Dîtin
takû gencêkî nefam bûm meylî pîranim hebû
herke pîrî kewte ser řûm meylî gencanim hebû
hudhudî badî seba wa le seba hatewe lam
mułkî gencîm ta hebû murẍî silêmanim hebû
zułfî yar lutfî legełman ta hebû xoşbû jyan
bo hemû fesłêk le sał sêber û seywanim hebû
sînekey bê kînekey tak û řeqîb têkî neda
baẍî sêwan û henar û baẍî xoxanim hebû
dest le textî sełtenet hełbigre her řendî bike
serdemêk emnîş wekû to qesir û heywanim hebû
naw û nîşanit newê ta baregay pîrozî yar
řûy nedamê yar hetakû naw û nîşanim hebû
dił be hîç çişt bend meke dem çî dewîst ewha bike
takû ew dersim nexwênd jînêkî piř janim hebû
geh le mizgewtan xerîk bûm zîkir û tehlîlem dekird
geh le meyxane şerab û lawik û ḧeyranim hebû
pêm leser pê dadena bade bedest û yar le řox
kewser û awî ḧeyat û ḧûr û ẍîlmanim hebû
şew le meclîs yar ke zułfî xoy leser řû ladeda
mangeşew pêwîst nebû şem’î şebistanim hebû
řengî dû řengîm le meyxane bemey şuşt aferîn
murşîdêkî nasîḧ û heymetî merdanim hebû
pêm lenêw meyxane dana geyme nêw cah û celal
ta le nêw medrese bûm qelbêkî wêranim hebû
herwekû êsta ke dembînî le pêşan wanebûm
heyhû heyhû çende şewqî şengebêryanim hebû
qet le bîrnakem buwaran bo qeracî wekû deçûm
arezûy řawî qułîng û karẍezalanim hebû
řû lenêw mêrg û kulîk û seyrî awanim dekird
şew le dîwanî hewesda lafî sułtanim hebû
ta demam lew hobe řeşmarane her keyfim dekird
bo hemû terze ẍemêkî bezim û seyranim hebû
çend lebotan û lexoşnaw û le nêw şaran geřam
çunke soranî bû muxlîsNasnava edebî meylî soranim hebû