ke perit bû zulfeket perit bû xeyałim

sîḧrî ḧełał
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1209 Dîtin
ke perit bû zulfeket perit bû xeyałim
beraber neqşî ebrot wek hîlalim
heta wek ney nega lêwim be lêwit
debê her sîne kun kun bê û binałim
xerîkî dewłetî ’îşqim le boyê
le diłda xeznedar û dest betałim
eger dêy bo hewał pirsîm xeberde
be çawî xom heta berpêt bimałim
kemin pîrî muẍanim sayedar bê
çi derbestim ke bê cah û celalim
ẍezałim kewte seḧra řaw neka kes
newek tûşî beła bêtin ẍezałim
temaşay şî’rî muxlîsNasnava edebî ke dezanî
ke xawen ḧîkmet û sîḧrî ḧełałim