ta wekû gencî ’ezîzim xot bigeyne koy nîgar

darî muẍîlan
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  800 Dîtin
ta wekû gencî ’ezîzim xot bigeyne koy nîgar
pênc û dû řojêke deřwa řewneqî baẍ û behar
newcewananî se’adetmend ke řoyîn toş deřoy
karî xot ewřo bibîne nek sibey biřwa qetar
dewrî mecnûn têpeřî, êstake norey êweye
dewru teslîme hemû dem, waye dunyay bê qerar
řextî xot řakêşe meyxane eger qurbit dewê
řoj û şew tey nakirê, bê lêwî camî zeřnîgar
çawî pakî dił meger bo dîtnî řût dest bida
çawî dunya bînî min ḧedî nîye bo întîzar
çaweřêy weqtî seḧer be weqtî guł pişkutne
bełkû deynî bas seḧer boyê leser gułzarî yar
menzîlî kêye ke řêy ew menzîle nadrê be min
nîsbetî darî muẍîlanî legeł seru û çinar
her dirextêkî beraber serwî min lafî hebê
payzêk dê xoy bibînê bê guł û bê pelk û yar
çaweřêy çewganî toye goy serî ferhadî dił
bo demê naxşêye meydan řûḧekem şîrîn suwar
ew mesafey merkebî ’aşiq be satê ey biřê
bay silêman tozî naşkênêt û ’îfrîtî hejar
muxlîsaNasnava edebî destit degate damenî meqsûdî xot
ger le řêgey ’îşqewe sebirit hebê wek yar ẍar